Tawanbar Kurdish Kurmanji 2026
tawanbarî, ji kurdekî re, peyiva herî nasraw e û mixabin ji kurdên Xorasanê re jî herwisa!
Ez im kurd û em Kurd, tawanbarê kîjan sûcî ne?
Kes nizane û her kes jî dizane ku; kurd însanên herî xwînşirîn û hestyar û evîndar in, lê mixabin zêdetirî her miletî, rastî tometê û zilm û zorê hatine.
Çima?
Ji ber ku cîhana me, di tevahîya dîrokê de, erda derewê û darê zorê ye û mirovên aştîxwaz û azadîxwaz hez nake...
Tawanbar, helbest-çîroka me Kurdan e û serpêhatîya kurdên Xorasanê û nêzî 500 sal, sorgunê û tenêtiyê ye...
ev pirtûk, bi zimanekî zelal û şaîrane, behsa evîna Kurdane û tawanbarîya miletekî bêsûc û bêsînor û bê war û bê yar dike...

