کردی کرمانجی 1403
Tebeşîra Zer(Romana Efrînê)
Tiliyên destên wî jî qurifîn û weşiyan. Mîna ku di xewnereşekê de be lê ew hîç neditirsiya. Serê xwe bi qasî dikaribû bilindi kir û ji xwe re bi kêf bala xwe da guhertinên ku di bedena wî de diqewimin. Çêjeke xweş î wan guhertinan hebû ku ne wek çêja tiştekî din bû. Tiştekî ne normal bû ku laşê wî bibe tebeşîrek û ew jî çêjê ji wê yekê werbigire! Kamîran xwest ku ew wergerîna bedenê qet ranewete. Wî hêvî kir ku zeman di wê kêlîkê de bisekine da ku ew bikaribe wê xweşiya mezin bi tiliyên xwe yên tebeşîrî bigire.