الكردية الكرمانجية 1445
3 gav û 3darek
Ev werîs dixwaze stêrikê veşêre. Mumkine ji bo çend kesan û ji bo demeke kurt were veşartin. Lê bi hezaran xelk û li hezaran cih û bi hezarê salan dê vê stêrikê bibînin. Stêrika weke mirwarîyeke ji ristika bûkeke bêhiş bi tenê mabû, ji jor de li bejna şêx temaşe dikir, weke ku nedixwest wî bi tenê bihêle. Weke ku zanîbû dewletan û xwedayan û serokeşîran ew bi tenê li ber vê qedera werîsî hiştine.